Balyozê Sûriyê yê li Moskowê: Kurd federasyon û kantonan naxwazin

21-04-2017
RÛDAW
Nîşan Riyad Hedad Sûriye Moskow kurd Rojavayê Kurdistanê kanton
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Balyozê Sûriyê yê li Moskowê Riyad Hedad îdia kir, kurdên Rojava parçeyek ji gelê Sûriyê ye û piraniya kurdan li dijî damezrandina federasyon û kantonê ne.

 

Riyad Hedad li Konseya Federasyona Rûsyayê axivî û got: “Kurd parçeyek ji gelê Sûriyê ye û jê venaqete. Weke welatiyên din ên Sûriyê, mafên wan û berpirsyariyên wan hene. Weke ku hûn jî dizanin, gelek netewe û mezhebên welatê Sûriyê heye û welatiyên wê jî di bin banê şert û mercên wekhev de dijîn.”

 

Hedad amaje bi wê yekê kir, li Sûriyê hin hêzên dînî û navdewletî hene ku hewl didin hin herêmên Sûriyê serbixwe bikin û got:

 

“Lê belê piraniya kurdan, li dijî hemû dabeşbûnên weke federalî û kontonan disekinin. Ji ber vê yekê, em her gav tînin ziman ku hêza Sûriyê dikare vê krîzê bi tena serê xwe û bêyî destwerdana derve çareser bike û ji bo vê yekê jî her dem amade ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst