Rêya M4 di navbera Heleb-Laziqiyê de hat vekirin

21-03-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêya sereke ya M4 ya di navbera Heleb û Laziqiyê de, ji aliyê hêzên Tirkiyê ve li aliyê bajarokê Neyreb li başûrê Idlibê hate vekirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, tîmên endeziyarî yên artêşa Tirkiyê rêya M4 ya ku Heleb û Laziqiyê bi hev ve girê dide vekirine, da ku gerên hevbeş yên Tirkiyê û Rûsyayê li navçeyê destpê bikin.

Rêya M4 berî 2 rojan ji aliyê xelkê navçeyê û gurûpa Hurras El-Dîn li bajarokê Neyreb li Başûrê Idlibê hatibû girtin.

Li gorî rêkeftina herî dawî ya navbera Tirkiyê û Rûsyayê ku piştî hevdîtina Putin û Erdogan li Moskowê pêk hat, divê rêya M4 ji dest gurûpên çekdar were derxistin û gerên hevbeş ên serbazî yên herdu welatan li ser wê rêyê bêne encamdan.

Li gor zanyariyên ku derbarê rêkeftina Erdogan û Putin, divê bi qasî 6 kîlometran ji herdu aliyan ve, grûpên çekdar ji rêya M4 bihêne dûrxistin û hêzên Tirkiyê û Rûsyayê bi hevbeşî ewlehiya rê biparêzin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst