Li Ezaz û Idlibê ji ber erdheja nû xelk daketin ser cadeyan

21-02-2023
Loloxan
Li Ezaz û Idlibê ji ber erdheja nû xelk daketin ser cadeyan
Li Ezaz û Idlibê ji ber erdheja nû xelk daketin ser cadeyan
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Ezazê li bakurê rojavayê parêzgeha Helebê ya Sûriyê, ji ber erdheja nû ya şeva Duşema 20ê Sibata 2023an, xelkê malên xwe bicîh hiştin û çûne ser cadeyan.

Beşekî xelkê xwe avêtine nav otombîlan û beşekî din li meydanan ji ber sermayê agir vêxistine.

Nişteciya Ezazê Fatîme Elî Ehmed got "Dema me hest kir ku avahî di bin me de diheje, hemû nîşteciyên avahiyê daketin û çûn ser cadeyan. Tirseke zêde ket nav xelkê Azazê. Eger erdhej wiha berdewam bin divê em li nav çadiran bicîh bibin."

Li bajarê Idlibê yê bakurê rojavayê Sûriyê jê, ji ber erdheja şeva borî xelkê malên xwe bicîh hiştine û derketine derve, di encam de qerebalixiyeke çûn û hatinê ya otombîlan li nav bajar çêbûye.

Endamê Rêxistina Kumsipiyan Ehemd Cemal dibêje "Em niha li nav bajarê Idlibê ne, bi hezaran xelk û otombîl li nav bajêr qerebalixî çêkirine, ev qerebalixî ji ber erdhejekê li navçeyê çê bûye. Tîmên Berevaniya Sivîl avahiyên zerardîtî û rêyan pişkinîn dikin, spas ji Xwedê re ti birîndar li nav bajar nînin."

Şeva Duşemê 20ê Sibata 2023an, li bajarê Hatayê yê Tirkiyê erdhejek bi pileya 6.4 çêbû, li pey yekser erdhejeke din bi pileya 5.8 jî çêbû, van herdû erdhejan çend paşlerze li bakur û naverasta Sûriyê jî çê kirin, di encam de li gor hikûmeta Sûriyê pîrejinekê li Hemayê canê xwe ji dest daye û 50 kesên din jî li Banyasa Laziqiyê birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst