Feysel Miqdad: Amerîka li Sûriyê alîkariya cudaxwaz û terorîstan dike

21-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ragihand, Amerîka li Sûriyê alîkariya “cudaxwaz û terorîstan” dike.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di konferanseke rojnamevanî de ligel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergê Lavrov li Moskow got, “Amerîka li Sûriyê ne tenê piştevaniya grûpên cudaxwaz dike, di heman demê de piştevaniya grûpên terorîst jî dike.”

Feysel Miqdad amaje bi wê yekê kir ku Amerîka vê dema dawiyê bi sedan çekdar ji Sûriyê derxistine û birine Efxanistan û hinek welatên Afrîka.

Miqdad anî ziman ku, Amerîka di şerê vê dawiyê de li Hesekê rûbirûyî sivîlan bû û bû sedema koçberbûna 400 hezar welatiyên Sûriyê.

Wezîrê Derve yê Sûriyê dibêje: “Hebûna Amerîk ya ne rewa li Sûriyê ne tenê ji bo piştevaniya hêzên cudaxwaz e, lê di heman demê de Amerîka piştevaniya grûpên terorî jî dike, ku Amerîka karên wan grûpan li her navçeyeke Sûriyê destnîşan dike, ku ji me piştrast kiriye ku wê bi sedan çekdarên terorî birine derveyî Sûriyê, ji bo Efxanistan û welatên din, û niha behsa wê yekê tê kirin ku Amerîka wan çekdaran dibe meydanên şer li welatên Afrîkya, û em daxwazê ji raya gitşî ya cîhanê dikin ku li pey van zanyariyan bikevin.

Derbarê karê ku Hêzên Amerîka li Sûriyê dike, ew ne tenê piştevaniya hêzên cudaxwaz dike, wek çawa we di şerê vê dawiyê li Hesekê dît, ew di rûyê welatiyên sivîl de radiweste, ku bûne sedemê koçberbûna 400 hezar welatiyên Sûriyê, ku di welatê xwe de koçber bûn, ev hemû kar Amerîka di ber de berpirs e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst