Li Babê di nav leşkerên tirk de bombe teqiya

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Babê di encama teqîna bombeyeke bi dest hatibû çêkirin leşkerekî Artêşa Tirkiyê di encama de hat kuştin û du leşker jî birîndar bûn.

 

Artêşa Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand, ku di çarçoveya operasyona Mertala Firatê de, ku Artêşa Azad a Sûriyê û Artêşa Tirkiyeyê bi hev re di nav axa Sûriyeyê de dimeşînin, îro li navçeya Babê bombeyekê DAIŞê teqiye û di encamê de leşkerê bi navê Yavuz Işcan jiyana xwe ji dest daye û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.

 

Hate gotin, ku leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Kilîsê û cenazeya leşkerê kuştî jî şandine Saziya Bijîşkiya Dadwerî ya bajarê Dîlokê.

 

Operasyona Mertala Firatê di 14ê Tebaxê de dest pê kir û heta niha 73 leşkerên tirk hatine kuştin.

 

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan di roja 23 kanûnê 2016ê de got, kêm maye em Babê rizgar bikin.

 

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmûş piştî civîna encûmena wezîran a bi serpereştiya Erdogan, roja 20ê Sibatê got; "Piraniya Babê hatiye rizgarkirin û niha hêzên Mertala Firatê bajê paqij dikin."

 

Lê ragihandinên DAÎŞê jî dibljin, ji sedî 90 ji Babê hîn di destê wan de ye.