VÎDEOWALL - Kesayetên Şanda Dijbereya Sûriyê li Cenev 3

21-01-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navên şanda dijbereya Sûriyê ji bo danûstandina ligel hikumeta Sûriyê li Cenev 3 hatin eşkerekirin û lîste ji 17 endaman pêk tê.

Biryar e 25ê vê mehe dijbereya Sûriyê û hikûmeta wî welatî dest bi danûstandinên çareserkirina krîza welatê xwe di Cenevre 3ê de bikin.

Pêkhateya leşkerî ku navê artêşa Azad li xwe dikin, ji 5 endaman pêk tê, Eqîd Esed Zohbî dê serêkêşiya şanda dijbereyê bike, Mihemed Elûş  ku berpirsyarê siyasî ye di Ceyş El Îslam de, weke şêwirmendê mezin ê danûstandinan cihê xwe girt.

Herwiha Ehmed Herîrî, Eqîd Ebdulbasit Tewîl, Mûqedem Mihemed Ebûd, Egîd Esed Zohbî û Mihemed Elûs di nav pêkhateya leşkerî de hene.

Îtîlafa Niştîmaniya Sûriyê ji 5 endaman pêk tê, Heysem Malih, Fûad Elîko ku di heman demê de endamê ENKSê ye, Corc Sebra ku weke cîgirê serokê şandê hatiye destnîşan kirin, Nezîr Hekîm û herwiha Sûhêr Etasî cih girtine.

Para Heyeta Tenîsq jî 3 endam in û ji şanda Xelef Dahûd ku kurde, Ebdulmecîd Hemo û Elîs El Ferec pêk tê.

Herweha kesayetiyên serbixwe ji 3 endaman pêk tê, ew jî Mihemed Etûr, Besma Qudmanî û Mihemed Sebra ne. Ji xwe hinek ji endamên beşdar di şanda dijbereyê Sûriyê ne naskirî ne û wêneyên wan jî di medyayê de tûne ye.

Şanda dijbereya ku 2 kurd cihê xwe têde digrin û PYD nehatiye dewetkirin, ji ber ku weke hêzeke nêzîkê hikumeta Sûriyê tê hisabkirin, dê di 25ê ve mehê de li Cenevê ligel şanda hikumeta Sûriyê dest bi danûstandinan bike.

Herwiha Kordînatorê Desteya Bilind a Danûstandinan Riyad Hîcab jî ragihandibû, heger aliyê sêyem jî beşdar bibe ewê ji danûstandinan vekişin, ji ber ku bi gotina dijbereyê û welatên rojava û Amerîka, li Sûriyê tenê 2 alî hene û aliyê sêyem tune ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst