Nûnerê Biden ji bo civîna bi Ehmed Şer re li Şamê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Serokê Amerîkayê Joe Biden danê sibehê gihîşt Şamê û dê bi Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ehmed Şer re bicive.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand, şandeyeke dîplomatîk a birêvebiriya Biden gihîştiye Şama paytexta Sûriyetê.
Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê Ehmed Şer heta niha jî di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye.
Alîkara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ya Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf û nûnerê berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê Daniel Robinstein di nav şandeyê de ne.
Ev wekî gava yekem a birêvebiriya Biden a ji bo avakirina pêwendiyan a bi rayedarên nû yên Sûriyeyê re tê dîtin.
Roger Karsten endamekî din ê şandeya Amerîkî ye ku bi karûbarên dîlan re mijûl dibe û niha li Amerîkiyên winda digere.
Ew berê jî di lêgerîna rojnamegerê Amerîkî Austin Tyce de xebitîbû ku sala 2012an hatibû revandin.
Serdana şandeya Amerîkayê piştî banga Ehmed Şer a ku bi navê Ebû Mihemed Colanî jî tê naskirin, ji bo civaka navneteweyî ku cezayên li ser koma wî û yên li ser Sûriyeyê rakin hat encamdan
Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed a 8ê Kanûna Pêşîn, Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Anthony Blinken diyar kir ku Washington dixwaze desthilata nû ya Şamê hikûmeteke berfireh ava bike ku hemû nûnerên Sûriyeyê tê de bin û rêzê li mafên civakan û jinan bigire.
Rayedarên Amerîkî ji medyayê re ragihand ku Amerîka bicihkirina van daxwazan kiriye merc ji bo derxistina Tehrîr El Şamê ya ji lîsteya terorê.
Serdan piştî wê tê ku Brîtanya, Fransa û Almanyayê hefteya borî şandeyên dîplomatîk şandibûn Şamê da ku bi Ehmed Şer re bicivin.
Blinken roja pêncşemê li ser şandina şandeyeke Amerîkî ya Sûriyeyê gotibû:
“Girîng e ku pêwendiya me ya rasterast bi wan re hebe.”
Li gorî cezayên Amerîkayê yên li ser Tehrîr El Şamê û Ehmed Şer, Washington nikare ti alîkariyan bide Sûriyeyê lê ew dikarin danûstandinan bikin.