Li Reqayê malbatên DAIŞê yên vegeriyayî hewl didin tevlî civakê bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Reqayê yê, ku berê paytexta Dewleta Islamî ya Rêxistina DAIŞê bû di sê salên borî de, bi sedan kes ji endamên girtî yên DAIŞê li kampên di bi destên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatine vegerandin bo Reqayê, hewl didin ji bo tevlî civakê bibin.

Merwe Ehmed, hevjîna çekdarekî DAIŞê ye. Dayika çar zarokan e. Li taxeke wêranbûyî ya Reqayê, bi kêmtirîn dahat jiyana xwe birêve dibe û ji ber civaka ku wê red dike, dinale.

Hevjîna DAIŞiyekî Merwe Ehmed got “Milmilaniya rasteqîne piştî derketina min li derveyî kampê hebû. Divê rûbirûyî gelek xelkê bibim ku, bi destê DAIŞê azar gihiştine wan û niha kînên kevn di serê me de, derdixin. Derfeta kar nadine me û hin caran gefê li xwediyên karan dikin û ji wan re dibêjin, eger hûn kar bidin wan, em ê li cem Hêzên Ewlehiyê gilî li ser we tomar bikin û dibêjin, wan bi nihênî pêwendî ligel DAIŞê kiriye.”

Cotmeha 2020an, 156 malbatên DAIŞê, hatin vegerandin bo herdu bajarên Reqa, Dêre Zor û navçeyên derdora wan.

Ehlam Ebdulla, dayika pênc zarokan e. Dabînkirina nan jî, ji bo zarokên wê zehmet e.

Hevjîna DAIŞiyekî Ehlam Ebdulla dibêje “Li vê derê jiyan giran e, lê ez hest dikim jiyan li Holê baştir bû, bi kêmanî kesî ji min re nedigot, ji malê derkeve. Kesûkarên hevjînê min û kesûkarên min jî li dijî me ne. Bi giştî her kes li dijî me ye.”

Vegerandina malbatan bi garantiya serokên êşîrên Ereb bû.

Serokê êşîrekî Seîd Borsan diyar kir “Piraniya malbatan li Reqayê, nişteciyên malên dê, bav, malbat û kesûkarên xwe bûn, ew ligel zarokên xwe vegeriyan. Ew malbat piştî vegera wan ji kampan, rûbirûyî kêşeya tevlîbûnê bûn û nikarîbûn ligel civakê  biguncin.”

Li kampên li jêr destên HSDê, nêzîka 50 hezar endam, jin û zarokên DAIŞê hene, ji wan bêhtir ji 20 hezaran zarok in.