Financial Times: DAIŞê 100 çekdarên xwe yên biyanî kuşt!

20-12-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameya Financial Timesê ragihand ku rêxistina DAIŞê 100 çekdarên xwe yên biyanî li bajarê Reqayê yê Sûriyê kuştiye.

 

Nakokî, bêbawerî û aloziya nav rêxistina DAIŞê û çekdarên wê her ku diçe zêdetir dibe.

 

Rojnameya Financial Timesê di nûçeyekê de eşkere kir ku li bajarê Reqayê yê Sûriyê, DAIŞê 100 çekdaêrn xwe yên biyanî bi hêceta ku xwestine ji rêxistinê veqetin û birevin, kuştiye.

 

Li gorî nûçeyê, di navbera çekdaêrn biyanî û herêmî yên DAIŞê de her ku diçe nakokî zêdetir dibin û hevdû qebûl nakin.

 

Di nûçeyê de hatiye gotin ku DAIŞê ji bo çavdêriya çekdarên xwe yên biyanî yekîneyên taybet ên polîs ava kiriye û çekdarên ku “erkên xwe bin pê dikin” ji aliyê wan polîsan ve tên girtin.

 

Rojnameya Financial Timesê her wiha ragihandiye ku niha li Reqayê “nêzîkî 400” çekdarên rêxistinê hatine girtin û di bin çavdêriya tund de ne.

 

Tê gotin ku çekdarên DAIŞê yên ku li Reqayê ne, naxwazin herin Kobanî her wiha ji ber ku çekdarên din jî dişînin Kobanî, hêrs dibin, çimkî li gorî wan Kobanî ji bo wan girîng û stratejîk nîne.

 

Di rapora Financial Timesê de hatiye gotin ku çekdarên herêmî yên DAIŞê ji yên biyanî aciz in, çimkî dema dibînin çekdarên biyanî heqdestekî zêde distînin û bi kêfa xwe jinan bikar tînin, hêrs dibin û naxwazin tevlî şer bibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst