SÛRIYE - Xaça Sor karên xwe rawestand

20-09-2016
Nîşan Xaça Sor Heleb Alîkariyên Mirovî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Ji ber bombebarakirina karwana alîkariya mirovî rêxistina navdewletî ya alîkariyan Xaça Sor, karên xwe yên li Sûriyê rawestand.

 

Xaça Sor bi daxuyaniyekî ragihand ku ew ji bo demekê diyar kar û alîkariyên xwe yên li Sûriyê didin rawestandin.

 

Rêxistina navdewletî ya alîkariyên mirovî daxwaz kir ku bûyera bombebarankirina karwana alîkariyên mirovî li Helebê bê lêkolînkirin.

 

Xaça Sor di daxuyaniya xwe de got, “Bombebarankirina karwanên alîkariyê tawana şer e.”

 

Neteweyên Yekbûyî (NY) roja duşemê ragihandibû ku têra 78 hezar kesan genim û dermanan dê bişînin navenda alîkariyan a li navçeya Urum el Kubrayê.

 

Piştî hilweşandina agirbesta Cejna Qurbanê, firokeyên şer ên Artêşa Sûriyê li Helebê karwana alîkariyan bombebaran kiribû.

 

Di bombebaranê de 18 kamyon hatibûn teqandin û 12 karmendên rêxistinên alîkariyê jiyana xwe jidest dabûn.

 

Berpirsê Karên Alîkariya Mirovî yê NY Stephen O'Brien jî êrîş weke “tawanê şer” binav kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst