Cotkar ji ber mayînan newêrin herin nav zeviyên xwe!

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber şerê Sûriyeyê gelek mayîn hatin çandin.

Ev mayîn li ser jiyana xelkê û bi taybetî jî ya cotkaran bûne sedema metirsiyeke mezin. 

Li Sûriyeyê di van 12 salên dawiyê de gelek kes bûne qurbaniyên teqîna mayînan.

Li parêzgeha Îdlibê debara cotkaran li ser zeviyên wan e lê ew ji ber mayînên çandî naçin nav zeviyên xwe.

"Em ji mayînan ditirsin" 

Cotkar Ebudulmuhsin Şêx diyar kir ku jiyana wan li ser berhemanîna zeytûn û hejîran e û got:

“Em ji mayînan ditirsin ku bûne sedema birîndarbûna gelek kesan. Xwediyên rezan ji bo berhevkirina berhemên xwe tên û ji nişkê ve pêyên xwe datînin ser bombeyekê û lingên xwe ji dest didin.

Şeş kesan bi wê sedemê canê xwe ji dest da û gelek kesên din jî birîndar bûn.”

Rêxistina Parastina Sivîlan ku wekî Kumspiyan tê naskirin, got ku ji sala 2012an ve wan 24 hezar mayîn be bandor kirine. 

Li gorî amarên Rêxistina Parastina Sivîlan, herwiha 382 kesên sivîl ji ber teqîna mayînan canê xwe ji dest daye û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

"Dest medinê"

Ji Rêxistina Parastina Sivîlan Meimûn El-Omer jî da zanîn ku gelek cotkaran bi sedema mayînan canê xwe ji dest daye û got:

“Em şîretê li xelkê dikin û ji wan re dibêjin ku eger tiştekî bibînin nêzîk nebin an dest nedinê, yekser Hêzên Parastina Sivîlan an berpirsan agahdar bikin.”

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê sala 2011an ve, bi sedema teqîna mayinan, hezar û 435 welatiyên sivîl li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê canê xwe ji dest daye.

Di nav wan kesan de 218 zarok jî hene.