SOHR: Di bombebarana Tirkiyeyê de 2 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Sûriye Bombebaran Minbic
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - SOHRê ragihand ku li nêzikî bajarê Minbicê yê Sûriyeyê di bombebarana Tirkiyeyê de herî kêm 2 leşkerên Sûriyeyê hatine kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirkiyeyê li Gundê Tuxarê yê Minbicê xaleke leşkerên rejîma Sûriyeyê bombebaran kiriye.

Di bombebaranê de herî kêm 2 leşker hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne.

Herwiha SOHRê diyar kir ku ji ber ku birînên hin leşkeran giran in dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Heta niha hikûmeta Sûriyeyê derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst