Opozîsyon bi piştgiriya Tirkiyê nasnameyên nû belav dike

20-07-2018
RÛDAW
Nîşan Bab Sûriye Nasname Tirkiye
A+ A-

Hewêr (Rûdaw) – Opozîsyona Sûriyê ya ku Tirkiye piştgirî dide wan, li navçeyên bakûrê Sûriyê nasnameyên nû dide xelkê.

 

Li ser nasnameya nû yak u opozîsyona Sûriyê parve dike, ala dijbereyê li ser e û nivîsîna ser jî bi tirkî ye. Ev yek jî bandora Tirkiyê ya li wan navçeyan nîşan dide.

 

Berpirsekî Encûmena Bajarê Babê yê bi navê Ebdulrezaq Ebdulrezaq derbarê vê yekê de dibêje: “Pêwîstiyên ku di nasnameyê de hatine bikaranîn, ji Tirkiyê hatine. Herwiha ji bo wergirtina zxanyariyên xelkê jî hemahengî li gel Tirkiyê hatiye kirin.”

 

Berpirsekî ewlekariyê yê Tirkiyê jî di vê mijarê de dibêje, karê wan tenê bi dayîna nasnameyên nû ve sînordar nabe û ew dê tabloyên otomobîlan jî çêbikin û belav bikin.

 

Bi gotina wî berpirsî, armanca wan seqamgîr û aramkirina navçeyê ye. Herwiha dibêje: “Li vir jiyaneke birêxistinkirî yê civakî dest pê dike. Pêwîstiya yekemîn jî hebûna nasnameyan e. Tirkiye jî piştgiriya vê proseyê dike.”

 

Berpirsekî Encûmena Bajarê Babê Ebdulrezaq dide zanîn, ku di qonaxa yekemîn de dê 140 hezar nasname ji bo xelkê Erebên wê navçeyê werin derxistin.

 

Hêjayê gotinê ye, ku navçeya Babê û derdora wê ji sala 2016ê ve di bin kontrola opozîsyona sûriyê ya nêzîkî hikûmeta Tirkiyê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst