Robert Ford: Amerîka kurdên Sûriyê bikartîne

20-06-2017
RÛDAW
Robert Ford
Robert Ford
Nîşan Sûriye YPG Amerîka Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Balyozê berê yê Amerîkayê li Sûriyeyê Robert Ford dibêje, ku PYD û YPGê dê berdêla baweriya xwe ya bi amerîkiyan re bidin. Ford eşkere dike, ku piştî şerê DAÎŞê Amerîka wê Kurdan ji rejîma Sûriyê neparêze.

 

Li gor gotina Ford, heger Kurd bi temamî xwe teslîmî Esed nekin, Îran dê wan ji nav bibe û Tirkiyê jî bi vê yekê dilxweş e.

 

Robert Ford, balyozê berê yê Amerîkayê li Sûriyê sînaryoyek reş û metirsîdar ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê pêşbînî dike.

 

Di hevpeyvînekê de li gel Rojnameya Şerq Elewset Erebî, Ford dibêje, ku Kurd bi bawerkirina Amerîkayê şaşîtiyeke mezin dikin. Bi gotina Ford, dê Kurd buhayekî mezin di ber vê baweriyê de bidin.

 

Balyozê berê dibêje, ku piştî Deraa û Idlibê, rêjîma Sûriyê dê berê xwe bide Qamişlo û bi rêkeftina li gel Îran û Tirkiyê, Kurdan ji nav bibe û amerîkî dê Kurdan neparêzin.

 

Ford vê pirsê dike: “Gelo we ti daxuyaniyeke berpirsekî amerîkî bihîstiye, yan xwendiye, ku piştî jinavbirina DAIŞê Amerîka dê berevaniyê di ber Rojavayê Kurdistanê de bike?

 

Bi gotina Ford ev yek ne tesaduf û rasthatî ye û Amerîka dê Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji rejîma Sûriyê neparêze.

 

Balyozê berê dibêje dê reftara amerîkiyan ya bi PYD û YPGê re, dê ji reftara Henry Kîssinger ne baştir be. Wezîrê derve yê berî yê Amerîkayê Henry Kîssenger pişta xwe dabû Kurdên Başûrê Kurdistanê.

 

Ford da zanîn, ku hin berpirsên amerîkî ev yek jê re aşkere kirine. Lewra bi gotina Ford, tişta ku Amerîka bi Kurdan re dike, ne tenê şaşîtiyeke siyasî ye, lê bê exlaqî ye jî.

 

Ford tekez kir, Amerîka Kurdan, ku mebesta wî PYDê û YPGê ye, bi şêweyekî tektîkî û demkî ji bo şerê xwe li dijî DAIŞê bi kartîne û dê Artêşa Amerîkayê berevaniya Rojavayê Kurdistanê neke.

 

Ford dibêje, ku Îran dixwaze opozisyona Sûriyê bi temamî ji nav bibe û rêyekê di nava Rojavayê Kurdistanê re heta Reqayê, Helebê û Libnanê ji xwe re veke.

 

Bi gotina Ford, Îran dixwaze Kurd bi temamî teslîmê wan bibin, biryar û rênimayên xwe ji Şamê werbigrin. Eger wiha nekin Îran dê Kurdan jinav bibe û dilê Tirkiyê jî bi vê yekê xweş be.

 

Balyozê berê yê Amerîkî bal kişande ser wê yekê ku hêzên Esed, ku ji Efxan, Îraqî û Îraniyan bêk tên, gihiştine ser sînorê Iraqê û got: “Îran dê Amerîkayê neçarî vekişîna ji Sûriyê bike, wekî çawa di sala 1983yan de ji Libnanê vekişiya û wekî çawa ji Iraqê vekişiya.”

 

Ford her weha aşkere kir ku wî di sala 2013an de ji opozisyona Sûriyê re gotiye ku divê hûn mana Esed qebûl bikin, çimkî danûstandinên Cenêvê ti pêşketin bi xwe re neanîne.

 

Roja 18ê Gulanê, Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Jonathan Kohin ragihandibû, ku pêwendiyên wan bi YPGê re demkî û tektîkî ne û bi sedema rola wan di şerê li dijî DAÎŞê de ye.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst