Alîgir û dijberên Esed li dijî kampanyayê encam didin

 

Hewlêr (Rûdaw)- Ji bo kampanyaya Beşar Esed rûpelek li ser Facebookê bi navê “Sewa” hatiye çêkirin û li dijî dengdan ji Beşar Esed re jî kampanyayek bi navê “Haş Tag Sewa” hatiye çêkirin û şîrove di van herdu kampanyayan de didomin.

Alîgirkekî Esed bi navê Nemir Selame nivîsandiye: Em dê bi xwîna xwe deng bidine serokê xwe Beşar Esed. herwiha keça bi navê Ehid Eshed nivîsandiye : Em bi hev re daku Beşar Esed bibe serokê ebedî yê Sûriyê.

Alîgirekî din ê Beşar Esed bi navê Îbrahîm Deyûb dibêje: Em dê bi hev re terora çekdarên radîkal jinav bibin.

Ji aliyê xwe ve kampanya li dijî Beşar Esed ku bi navê “Haştag Sewa” ye çend wêneyên zarokên kuştî li Sûriyê belav kirine û nivîsandiye : Divê hûn deng bidin Esed ji ber ku 200 hezar kes kuştine, 3 milyon kes koçber kirine û bêtirî 3 milyon mal wêran kirine.

Di wê kampanyayê de jî hin karîkator hene ku kenê xwe bi hilbijartina Esed dikin ku behsa girêdana Esed bi Îran û Rûsyayê dikin.

Xortekî dijber ji Esed re nivîsandiye: Em dê bi hev re vegerin Sûriyê ji ber ku ne tenê ji malbata Esed re ye.

Xoretekî din jî nivîsandiye: Mala Esed Sûriye dagîr kirin û dibêjin ku ew ji wan re ye, çalakvanan binçav dikin û xortan dikujin daku şanoya xwe bi hêzên navdewletî re temam bikin.

Rûpela kampanyaya hilbijartinan a Esed ku bi navê Sewa ye hejmara laykên wê li ser Facebookê gihiştiye 181 hezar kesî.