Pompeyên avdanê yên li ser çemê Xabûrê, ku ava wê heta astekê kêm bûye. Niha pêdivî ye ku pompeyên avê zêde bixebitin, ji bo ku heman mîqdara avê bistînin, lewra bêtir sotemeniya mazotê bikar tînin. Wêne: Ivor Prickett / The New York Times
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raportekê, ji ber pêlên hişkesaliyê yên demdirêj û ziwabûna çeman, şerê dijî DAIŞê û milmilaneyên çekdarî, zeviyên Sûriyê li ber jinavçûnê ne û wê yekê bandor li jiyana xelkê û ewlehiya xorakê li wî welatî kiriye.
Rojnameya New York Times a Amerîkî di raportekê de dibêje, ji ber pêlên hişkesaliyê yên demdirêj û ziwabûna çeman, şerê dijî DAIŞê û milmilaneya çekdarî, zeviyên Sûriyê yên çandiniyê ber bi jinavçûnê ve ne. Li gor raportê, hişkesalî û guherîna keşûhewayê di rengê nanê wî welatî de diyar dibe, ji rengê sipî yê vekirî bo rengê zer ê girtî guheriye.
Li gor UNICEFê, ji dawiya 2019ê û şûn de, Tirkiyê 24 caran av ji ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê qut kiriye, ku ev yek bûye sedema nebûna ewlekariya xorakê û bilindbûna nirxê keresteyên sereke li navçeyê.
Di Nîsana 2021ê de, Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê ragihand ku rêjeya ava Çemê Firatê zêdeyî pênc metreyan, li Gola Bendava Tişrîn zêdeyî 4 metre û li Gola Bendava Firatê jî zêdeyî 3 metreyan daketiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse