Firokeyên Rûsî li Idlibê du navçe bombebaran kirin: 8 kuştî û birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li Idlibê di encama bombebaranekê de, 5 sivîl hatine kuştin, 3 jî birîndarbûn

Rawengeha Mafê Mirovan ya Sûriyê ragihand ku, balafirên Rûsî bajarokê Xan El Subil û gundê Dêr El Şerqî yên ser bi bajarê Idlibê ve bombebaran kirin. Di encamê de 2 sivîl hatin kuştîn û 3ê jî birîndar bûn.

Li aliyê din hatiye ragihandin ku di heman demê de, hêzên hikumeta Sûriyê jî, gundê Meer Şemerîn û bajarê Merit El Nûmen jî bombebaran kiriye.

Di encama wê bombebaranê  de 3 kes hatine kuştin.

Bordûmankirina Parêzgeha Idlibê bi topxanê ji erdê û ji asman bi rêya firokeyên şer ên hikûmeta Sûriyê berdewam e. Ji ber ev navçe ye ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyê ye li jêr destê çekdarên tundrew û desteya Teherîr El-Şam de ye, li gor opozosyonê nêzîka 3 milyon sivîl lê dijîn.

Li gor çavkaniyên opozisyonê di bombebarana roja 19ê vê mehê de li ser navçeya Til Minnis 4 sivîlan canê xwe ji dest dane.

Hemwelatiyê gundekî Idlibê yê bi navê Urwe Mihemed dibêje, “Firoke li vê derê bûn, 3 helîkopter û du firokeyên şer bûn, ev gund bombebaran kirin.”

Ev bordûman piştî rojekê ji kuştina bi kêmanî 16 sivîlan tê, di dema ku li 3ê gundên başûrê Idlibê pêgehên Desteya Tehrîr El-Şam hatin bordûmankirin.

Ji aliyê xwe ve, Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de, bombebarankirina navçeya başûrê Idlibê û şer li bakurê Sûriyê bi giştî şermezar kir, û daxwaz kir ku divê aliyên şer bi agirbestê pabend bin û xelkê sivîl û saziyên xizmetgyzariyê parastî bin.

Li gor çavkaniyên peywendîdar, bordûmankirina berdewam li ser Idlibê ji çend hefteyên borî ve, rêxweşkirine bo şerê bejayî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, daku rêya serekî di navbera Şam û Helebê de bi tevahî kontrol bike.