Li Helebê 3 koçberên Efrînî hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Helebê ya Sûriyeyê 3 koçberên Kurd ên Efrînî ji aliyê hêzên Sûriyeyê ve hatin girtin.

Çalakvan û mafnas Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand 3 Kurdên Efrînî li Helebê di demên cuda de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê ve hatine girtin.

Heta niha sedema girtina her sê kesan nehatiye diyarkirin.

Kesên ku hatine girtin ev in:

- Parêzer Îsam Mistefa, ji gundê Îmarayê yê navçeya Mabatayê ya Efrînê ye.

Îsam Mistefa 13ê Çiriya Paşîn li ser rêbenda Ewaridê ya pêş taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê hatiye girtin.

- Şêxo Henîf Qadirê 34 salî ji gundê Eşûneyê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ye û li kampeke Şehbayê dimîne.

Şêxo Henîf Qadir 15ê Çiriya Paşîn dema çû nexweşxaneyê li Nexweşxaneya Zanîngeha Helebê hate girtin.

- Mihemed Sîdoyê 50 salî ji gundê Culaqayê yê navçeya Cindirêsê yê Efrînê ye û ew jî li kampeke Şehbayê dijî.

Mihemed Sîdo jî berî nêzîkî 10 rojan li rêbenda Lêremûnê ya Helebê hatiye girtin.

Îbrahîm Şêxo ragihand ku her sê welatiyên Kurd li şaxa hêza bi navê Emn El-Dewle ya bajarê Helebê girtî ne û çarenivîsa wan ne diyar e.