Li Sûriyê hilbijartinên xwecihî hatin kirin

19-09-2022
Loloxan
Li Sûriyê hilbijartinên xwecihî hatin kirin
Li Sûriyê hilbijartinên xwecihî hatin kirin
Nîşan Sûriye Hilbijartinên Xwecihî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên Encûmenên Xwecihî li hemû parêzgehên Sûriyê bi rêve çûn, proseya cudakirin û hejmartina dengan ku şeva borî dest pê kiribû, berdewam e.

Li Şama paytexta Sûriyê, xelk çûn ser sindoqên dengdanê daku nûnerên xwe bo şaredariyan hilbijêrin. Tevî rewşa aborî ya xirab, xelk bi hêvî ne ev hilbijartin guhertinekê bo wan çêbikin.

Ddengdêr Mihemd Ecem got "Ez beşdariyê di mafê xwe yê hilbijartinê de dikim, min dengê xwe li sindoqa Banka Bazirganî ya Sûrî da. Nûneratî li Encûmenên Îdareya Xwecihî erkekî destûrî û niştîmanî ye. Em jî kesên hêja hildibijêrin, ji ber ew nûneratiya gelê Sûriyê dikin."

Li Sûriyê salên şerê navxwe bandoreke zêde li karê encûmenên xwecihî kiribû. Piştî aramî çêbû, xelk dixwazin nûnerên pispor hilbijêrin bo cîbicîkirina projeyên xizmetguzarî.

Dengdêr Mihemed Tewfîq el-Husnî dibêje "Ez hatim û min dengê xwe da, daku kesên hêja hilbijêrim bo nûneratiya me li encûmena parêzgehê bikin. Min kesên baş û pispor hilbijartin daku karê xwe bi başî û rastgoyî cîbicîh bikin."

18ê Îlona 2022ê, li seranserê Sûriyê hilbijartinên encûmenên xwecihî hatin kirin ku 59 hezar û 498 berbijêr li ser 19 hezar û 86 kursiyan hevrikî kiribûn.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Sûriyê Hisên Ernûs ragihand ku piştî hilbijartinên Encûmenên Xwecihî bidawî bibin, hikûmet dê nenavendiya îdarî li Sûriye cîbicîh bike.

Ernûs herwiha da zanîn ku hilbijartinên xwecihî wê bibin qonaxek û bi rêya wan hikûmet dê gelek desthilatên navendî veguhêze bo îdareya xwecihî, wate bi gotina Ernûs, hikûmet dê nenavendiya îdarî li Sûriye cîbicîh bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst