Rêveberiya Minbicê derbarê krîza avê de hin biryar dan

19-09-2021
RÛDAW
Nîşan Minbic Krîza avê Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Avê ya Minbicê ku ser bi Rêveberiya Sivîl a Minbicê ve ye, ji bo parastina samanên avê, êdî ew dê kesên ku avê bêhûde bi kar tînin, ceza bikin.

Di daxuyaniya xwe ya nû de, Saziya Avê ya Minbicê ser bi Rêveberiya Sivîl a Minbicê û Gundewarên wê ve ragihandiye ku pêwîst e agahdarî derbarê girîngiya avê û kêmbûna dahatên avê de hebe, bi awayekî ku av bêhûde neyê bikaranîn.

Saziya Avê ya Minbicê daye xuyakirin, ji bo vê mebestê jî komîteyek ji bo kontrolkirina avê li bajarê Minbicê û gundewarê wê tê damezrandin, ji bo rêgirtin li ber bêhûde bikaranîna avê.

Di daxuyaniyê de çar corên sizayê ji bo wan kesan hatine dirkirin, ku avê bêhûde bikar tînin.

Sizayên taybet bi kontrolkirina avê jî ev in:

1- Kesê ku ziyanê bigihîne tora layekî ya (ferîî) ya avê, bi  mehekê heta 3 mehan zindankirin û bi bihayê yek milyon lîreyên Sûrî tê sizadan.

2- Kesê ku ziyanê bigihîne tora sereke ya avê, bi 3 heta 6 mehan zindankirin û bi bihayê 2 milyon lîreyên Sûrî tê sizadan.

3- Kesê ku avê bêhûde xerc bike, weke (şûştina otomobîlan, şûştina kolanê..) bi bihayê 200 hezar lîreyên Sûrî tê sizadan.

4- Kesê ku çandiniyan av bide, li gorî bêhûdekirina avê, bi meheke zindankirin û 5 hezar lîreyên Sûrî tê sizadan.

Tê zanîn ku ji sala 2019an ve, bi awayekî gelekî diyar û berbiçav, ava Çemê Firat ji aliyê Tirkiyê ve hatiye ragirtin û gihiştiye astekê ku êdî têra pêdiviya niştecihên herêmên derdora wî çemî di nav axa Sûriyê de nake û krîzek di warê peydakirina avê de çê bûye.

Minbic piştî destpêkirina şerê navxwe li Sûriyê, di sala 2012an de ketibû destê çekdarên dijberê hikûmetê û slaa 2014an ve jî ji aliyê DAIŞê ve hatibû kontrolkirin, herî dawî sala 2016an di operasyoneke bi piştgiriya Amerîkayê de, ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hatibû rizgarkirin.

Piştî rizgarkirina ji destê DAIŞê, Rêveberiya Sivîl a Minbicê û Gundewarên wê hat damezrandin û tev li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst