Bab hat topbarankirin; 14 kuştî, 30 birîndar

19-08-2022
RÛDAW
Nîşan Bab Hikûmeta Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, li nav bazareke bajarê Babê ya li rojhilatê Helebê, ji ber topbarana Hêzên Hikûmeta Sûriyê 14 kesan canê xwe ji dest dane û di nav wan de zarok jî hene. SOHRê her wiha diyar kir ku zêdeyî 30 kesan jî birîndar bûne. Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî li ser topbarana îro ya ser bajarê Babê got, “Tu têkiliya hêzên me bi topbaranê tune ye.”

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) roja 19ê Tebaxa 2022an li nav bazareke ya bajarê Babê li rojhilatê Helebê, ji ber topbarana Hêzên Hikûmeta Sûriyê 9 kesan canê xwe ji dest dane ku di nav wan de zarok jî hene, her wiha zêdeyî 30 kesan jî birîndar bûne.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî anî ziman, “Me bi rêya dezgehên çapemeniyê agahî wergirtin ku vê sibehê bajarê Babê hate hedefgirtin. Em piştrast dikin ku tu têkiliya hêzên me bi vê yekê re ne bi awayekî yekser ne jî bi awayekî neyekser tune ye.”

Ferhad Şamî teqez kir hemû operasyonên hêzên wan li dijî Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ne û bi rêya daxuyaniyên nivîskî û dîmenan ji raya giştî re radigihînin.

Ferhad Şamî her wiha destnîşan kir ew texmîn dikin ku topbaranên li dijî Babê ji aliyê kesên ku nahêlin welatî hêrsa xwe li hember daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê nîşan bidin, pêk hatine.

Berî çend rojan, li Kobanî zêdeyî 20 serbazên hikûmetê ji ber topbarana hêzên Tirkiye hatibûn kuştin, li gor çavdêrên peywendîdar topbarana hêzên hikûmetê bo ser bajarê Babê wek bersivdana li ser topbarankirna Kobaniyê tê hejmartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst