Berdevkê HSDê: Ji bo Tirkiyê derbasî Minbicê bibe ti bername nînin

19-08-2018
RÛDAW
 Berdevkê HSDê Kîno Gabriyel
Berdevkê HSDê Kîno Gabriyel
Nîşan Kîno Gabriyel HSD Minbic Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Berdevkê HSDê Kîno Gabriyel eşkere kir ku têkiliya wan bi Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkayê re ne bi tenê di warê leşkerî de ye û da zanîn ku ew ji bo porseya jinûve avakirina Sûriyê jî bi hevre kar dikin.

 

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Kîno Gabriyel di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re, balkişande ser rewşa Minbic û got: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi temamî ji wir vekişiyane.”

 

Gabriyel got: “Bêguman têkiliyên ku bi berpirsên amerîkî, fermandarên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî, alî û şandên din re, beşek in ji karê me yê hevbeş li deverên cuda. Çi li deverên bin kontrola HSDê li Reqa û Dêra Zorê yan jî li deverên di bin kontrola Encûmena Leşkerî ya Minbicê, karên me jî ne tenê di warê leşkerî de ye. Herwiha em ji bo proseya vegerandina aramî û jinûve avakirinê ya wan deverên ku ji DAIŞa terorîst hatine rizgarkirin jî kar dikin.”

 

Kîno Gabriyel da zanîn ku rêkeftina ku ji bo HSD ji Minbic derkeve hatibû kirin bi awayekî praktîkî piştî rizgarkirina bajar hatiye bicihkirin û got: “Herî dawiyê jî şêwirmendên leşkerî ji wir hatin vekişandin. Ji ber ku pêdivî bi karê wan nemabû û tevahiya amadekariyan hatibûn kirin. Dewriyên hevbeş jî berdewam dikin, lê her aliyek li aliyên bin kontrola xwe bi awayekî serbixwe kar dike, çi Amerîka be û çi jî Tirkiyê be.”

 

Berdevkê HSDê herwiha ragihand, k utu bername nînin ku Tirkiyê derbasê bajarê Minbic û deverên bakurê Sûriyê bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst