SÛRIYE - 48 barhilgir alîkariya mirovî gihiştin Dûmayê

19-08-2017
RÛDAW
Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve 48 barhilgir alîkariya mirovî hatin şandin
Ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve 48 barhilgir alîkariya mirovî hatin şandin
Nîşan Sûriye alîkariya mirovî Dûma
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 48 barhilgirên alîkariyan ên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatin şandin, derbasî Dûmaya Xuteya Şamê bûn.

 

48 barhilgirên alîkariyan ku ji ard û xwarin û dermanan pêk tên, di çarçoveya rêkeftina deverên bêpevçûn de li her yekê li Dûma û bajarokên Şîfoniyê û Hoş Elewahre hatin belavkirin. Ew alîkarî bi rêya kampa Elwafidîn ku li jêr kontrola Cey Elisalm de ye derbas bûn.

 

Karmendê hawarçûnê Ebû Sair diyar kir: “Li gorî ku ez dizanim, 48 barhilgir derbas bûne,di nav 7 - 8 barhilgiran de derman hebûye û di barhilgirên din de jî 7 hezar selikên xwarinê hebûne. Ev alîkarî têra Dûma û derdora wê nake, 7 hezar selikên xwarinê têra 30 hezar malbatî nake.”

 

Kêmbûna alîkariyên mirovî mehane zehmetiyan di parvekirinê de li ser welatiyan li cem encûmena xwecihî li Dûmayê çê dike.

 

Ebû Sair herwiha diyar kir: “Em neçar in ku her selikeke xwarinê li 4 - 5 malabatan parve bikin. Ev yek jî tevliheviyê li cem me çê dike. Em bi hêvî ne ku Neteweyên Yekbûyî bi rola xwe ya mirovî ya rast û dirust rabe. Divê Neteweyên Yekbûyî bi kêmanî mehane ji her yek kesî re selikeke xwarinê peyda bike.

 

Tê zanîn ku ji 25 Tîrmehê ve 2 karwanên alîkariyan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve derbasî bajarê Dûma û bajarokên Xuteya rojhilatê Şamê bûne. Ew yek di çarçoveya rêkeftina deverên kêm şer ku di navbera hikûmetê û grûpên çekdar de bi navbênkariya Rûsyayê birê ketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst