Otomobîleke mînkirî bajarê Dûma hejand

19-07-2014
HUSÊN OMAR
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Otomobîleke mînkirî îro, Şemiyê, li bajarê Dûma li gundewarê Şama paytext teqiya û di encamê de çend kes hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

 

Tora Şam a nûçeyan, ku nêzîkî opozîsyona Sûriyê ye, ragihand ku îro, Şemiyê, otomobîleke mînkirî li bajarê Dûma teqiya û di encamê de çendîn kes bûne qurbanî.

 

Di twîtekê de li ser rûpela xwe ya Twitterê, Tora Şam diyar kir ku heta niha hejmara kuştiyan gihaştiye 4 kesan, ku di nav wan de zarok jî hene.

 

Li gor zanyariyên heman Torê, di encama teqînê de, ji bilî kuştiyan bi dehan kes birîndar jî bûne.

 

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku xwekujekî ji DAÎŞê ku bi regez Misrî ye, otomobîleke mînkirî li ser rêbendeke Cebheya Îslamî teqandiye.

 

Li gor Rewangehê, di encama teqînê de, ku li bajarokê Exterîn li gundewarên Helebê encam daye, 5 çekdarên Cebheya Îslamî ya Opozisyona Sûriyê hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst