Desteya Tehrîr el-Şam fermandarê xwe yê nû aşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Tehrîr el-Şam fermandarê xwe yê nû aşkere kir û dimenên wî belav kirin.

Desteya Tehrîr el-Şam fermandeyê xwe yê giştî yê serbazî guhert û wêneyên fermandeyê nû belav kirin.

Desteya Tehrûr el-Şam, an ku cebhet el-Nusre ya berê, fermandeyê xwe yê serbazî yê giştî Muxtar el-Tirkî dûrxist û li şûna wî fermandeyek bi navê Ebû el-Hesen destnîşan kir.

Desteyê wêneyên fermandeyê nû li gel hejmarek çekdarên hêzên taybet belav kirine.

Desteya Tehrîr el-Şam bi serokatiya Ebû Mihemed el-Colanî ku, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî rêxistineke terorîst hatiye nasandin, piraniya navçeya bakurê rojavayê Sûriyê ku li derveyî desthilata hikûmeta Sûriyê ye, kontrol dike.