Desteya Tehrîr el-Şam fermandarê xwe yê nû aşkere kir

19-05-2020
RÛDAW
Nîşan Coronavirus Tirkiye Bakurê Kurdistanê Fahretttîn Koca Wezarata Tendirustî COVID - 19 Tehrîr el-Şam Nusre Sûriye Muxtar el-Tirkî Ebû el-Hesen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Tehrîr el-Şam fermandarê xwe yê nû aşkere kir û dimenên wî belav kirin.

Desteya Tehrîr el-Şam fermandeyê xwe yê giştî yê serbazî guhert û wêneyên fermandeyê nû belav kirin.

Desteya Tehrûr el-Şam, an ku cebhet el-Nusre ya berê, fermandeyê xwe yê serbazî yê giştî Muxtar el-Tirkî dûrxist û li şûna wî fermandeyek bi navê Ebû el-Hesen destnîşan kir.

Desteyê wêneyên fermandeyê nû li gel hejmarek çekdarên hêzên taybet belav kirine.

Desteya Tehrîr el-Şam bi serokatiya Ebû Mihemed el-Colanî ku, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî rêxistineke terorîst hatiye nasandin, piraniya navçeya bakurê rojavayê Sûriyê ku li derveyî desthilata hikûmeta Sûriyê ye, kontrol dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst