Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî serdana Sûriyê kir

19-04-2023
RÛDAW
Nîşan Erebistana Siûdî Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan serdana welatê Sûriyê kir û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re li ser gavên pêwîst ji bo bidestxistina çareseriyeke siyasî ya berfireh ji krîza Sûriyê re gotûbêj kir.

Serokê Sûriyê Beşar Esed roja Sêşemê 18ê Nîsana 2023an pêşwaziya Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan kir ku piştî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê yekem serdana fermî ya Erebistana Siûdiyê ji bo Sûriyê ye.

Ajansa fermî ya Sûriyê ragihandin ku her du aliyan “hewldanên ji bo gihîştina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re ku yekitî, ewlekarî, aramî, nasnameya Erebî û yekparçeyiya xaka Sûriyê biparêze, bi awayekî ku berjewendiya gelê wê yê bira bidest bixe” gotûbêj kirin.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî ji Serokê Sûriyê re tekezî li ser giringiya dabînkirina jîngeheke guncaw ji bo gihandina alîkariyan bo hemû navçeyên Sûriyê, çêkirina şert û mercên pêwîst ji bo vegera penaber û koçberên Sûriyê bo navçeyên xwe, bidawîanîna êşên wan û derfeta vegera wan, tedbîrên zêdetir bigirin ku dê bibe alîkar ji bo aramiyê li tevahiya Sûriyê.

Feysel Bin Ferhan li ser civînê anî ziman, “Baweriya Erebistana Siûdî bi şiyana Sûriyê û xelkê wê ji bo derbaskirina bandorên şer û bidestxistina pêşketineke berdewam heye.”

Feysel Bin Ferhan bal kişand ser wê yekê ku “Di qonaxa bê de pêwîst e ku peywendiya Sûriyê bi birayên wê yên welatên Erebî re vegere rewşa xwe û rola Sûriyê di cîhana Erebî û herêmê de ji ya berê baştir be.”

Her wiha Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad jî roja Sêşemê 18ê Nîsana 2023an serdana welatê Tûnisê kir û ji aliyê Serokkomar Qeys Saed ve hat pêşwazîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst