Hikûmeta Sûriyê nirxê genim û ceh diyar kir

19-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Sûriyê Genim û Ceh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyê nirxê kirîna berhemên genim û ceh ê îsal ji cotkaran diyar kir. Li gorî hikûmeta Sûriyê dê her kîloyekî genim bi 2 hezar û 300 lîreyên Sûrî û her kîloyek ceh jî 2 hezar lîreyên Sûrî bikire.

Encûmena Wezîran a Sûriyê ragihand ku wan ev nirx piştî hesabkirina mesrefê berhemanînê diyar kiriye.

Hikûmeta Sûriyê ragihand ku dê cotkar serê her kîloyekî ji %35 qezenc bikin û ev yek jî wê wiha bike ku cotkaran bixwazin ceh û genimê xwe bifroşin hikûmetê.

Heriwha heta niha Rêveberiya Xweser nirxê wergirtina genim yê îsal diyar nekiriye.

Sala borî, Hikûmeta Sûriyê ji bo her kîloyek genim 2 hezar lîreyên Sûrî diyar kiribû û Rêveberiya Xweser jî 2 hezar û 200 lîre ji bo her kîloyek genim diyar kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst