Li Idlibê 1.7 milyon kes ji ber kolerayê tên vaksînkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî û UNICEFê bi hevkariya ligel hikûmeta Sûriyê û rêxistinên sivîl li kamp û kolanên bajarê Idlibê digerin û vaksîna kolerayê didin xelkê. 

Ev kampanya bo dema 10 rojan berdewam dibe û dê 1.7 milyon kes bên vaksînkirin.

Berpirsê Koma Parastina Sûriyê Dr. Ehmed Îsmail got “Navenda me ji 30 tîman pêk tê. Em rojane di navbera 3,500 û 4,000 kesan de vaksîn dikin ji ber ev nexweşî zû belav dibe. Vaksînkirin berevaniya leş zêde dike."

Neteweyên Yekbûyî dibêje di 6 mehên derbasbûyî de, zêdeyî milyonek û 300 hezar kesan li bakûrê rojavayê Sûriyê vaksîn wergirtine.

Di dema vê kampanyayê de jî, dê 1.7 milyon dozên vaksîna kolerayê bidin her kesekî temenê wan ji salek bêhtir be.

Destpêkê mexdûrên erdhejê û navçeyên ku metirsîya belavbûna kolerayê li wan heye, dê vaksînê werbigrin.

Welatî Um Receb dibêje "Piştî erdhejan pêdiviya mirovan bi her tiştî heye. Mîna her corê xwarinê, betanî û doşekan. Ev tişt têrê nake. Li kampa me jî têrê nake.”

Nêzîka 1,400 tîmên vaksînkirinê li navçeyên Îdlibê hatine belavkirin.

Rêxistina Tendirûstî ya Cîhanî jî hişyariyê dide ku metirsî heye ji ber ava pîs, 2.1 milyon kes li bakurê rojavayê Sûriyê bi nexweşiya kolerayê bikevin.

Çavdêrê Tendirûstîyê li Kampa Walîd diyar kir “Tîm rojane dixebitin daku serdana mal, kamp, çadir, mizgeft, firoşgeh, cotkar û cihên din bikin. Rola me wek çavdêrên tendirûstî, belavkirina hişyariyê û sazkirina dewreyên perwerdeyê ye li ser vê nexweşiyê û pêwîstiya vaksînkirinê, bi taybetî piştî erdhejan.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî, ji meha Îlona sala derbasbûyî û heta niha, zêdeyî 50,000 kes li parêzgehên Îdlib û Helebê bi kolerayê ketine. %18ê wan jî di kampan de bûne. Heta niha herî kêm 98 kesan ji ber kolerayê canê xwe jidest dane.