Amerîka: Siyaseta me li Sûriyê nehatiye guhertin

20-02-2022
RÛDAW
Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku siyaseta wê ya derbarê Sûriyê de nehatiye guhertin
Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku siyaseta wê ya derbarê Sûriyê de nehatiye guhertin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku siyaseta wê ya derbarê Sûriyê de nehatiye guhertin û ew piştevaniya normalkirina pêwendiyan ligel hikûmeta Şamê nake û sizayan jî li ser sivika nake.

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka û Şanderê Taybet bo Sûriyê Ethan Goldrich ragihand ku siyaseta Amerîka di derbarê Sûriyê de nehatiye guhertin. Goldrich got, ne berê û ne jî di dema bê de ew piştevaniya tu hewlekê ji bo normalkirina pêwendiyan ligel rejîma Esed nakin.

Di daxuyaniyên rojnamevanî de, cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîka û şanderê taybet bo Sûriyê, Ethan A. Goldrich tekezî li ser van helwestên Amerîka kir:

  • Ne berê û ne jî di dema bê de em piştevaniya tu hewlekê ji bo normalkirina pêwendiyan ligel rejîma Esed nakin.
  • Divê haya hemû welatan ji tawanên rejîma Esed hebe.
  • Me sizanên li ser Sûriyê ranekirine, û ne jî me sivik kirine.
  • Rola hebûna Îranê li navçeyê alozkirina aramiyêye.

Lê Serokê Şepêla Surî ya Çaksaziyê Şikrî Şêxanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, nermahiya helwesta Amerîka hişt ku hin welat lezê di vekirina balyozxaneyên xwe dee li Şamê bikin.

Serokê Şepêla Surî ya Çaksaziyê Şikrî Şêxanî got: “Eger em li qonaxên desttêwerdana Amerîka di kirîza Sûriyê de temaşe bikin, em ê bibînin ku mij û moranek di reftara Amerîka de derbarê vê dosyayê de heye, lê niha hinek nermahî di şêweyê mamelkirinê de ligel rejîmê heye,  heta niha li ser siyuaseta Amerîka heye, û vê yekê jî hişt ku hin dewlet lezê bikin di vekirina balyozxaneyên xwe de li Şamê."

Di nava çend mehên borî de, çend berpirsên welatên Erebî serdana Şamê kirin. Hin welatan jî balyozxaneyên xwe yên girtî vekirin.

Çavdêr û şopînerên dosyeya Sûriyê  dibêjin ev pêngav ne bê rizamendî yan jî bêdengiya Amerîka tên avêtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst