BAXOZ - DAIŞ gefa kuştinê li sivîlên dîl dixwe

Baxoz (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê li bajarokê Baxozê di dorpêça Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne. Ew çekdarên DAIŞê ji ber gefa kuştinê li sivîlan dixwe operasyona jinavbirina dawî pêgeha DAIŞê hinek sist bûye.

 

Baxoz bajarokekî piştguhxistî li biyabana Sûriyê; ti kesî navê wê nebihîstibû , lê niha tevahiya cîhanê wê dişopîne. Bajarokê Baxox ê Dêrezorş niha bûye xala herî hestiyar, milk û milak, saman, serkirde û nehêniyên DAIŞê di vê goşeyê de dorpêç kiriye.




DAIŞê gefa serjêkirina tevaya dîl û welatiyên sivîl ên ku din kontirola wê de ne, dike ku eger Hêzên Sûriya Demokratîk ber bi pêşve biçin. Lewma careke din operasyona jinavbirina dawî pêgeha DAIŞê sist bûye.




Yek ji fermandeyên HSDê Baran Heseke dibêje: “DAIŞ gefan dixwe û dibêje heger Hêzên Sûriya Demokratîk gaveke din pêştir bê ew dê hemû sivîlên li ba wan e bikujin. Ji bo vê ew yek ji me re gelek girîng e, em naxwazin ti şaşiyek çêbibe heta ku em çareseriyekê ji wan sivîlan re bibîne.”




Şervanên HSDê yê bi navê Mihemed Xelef jî dibêje, DAIŞ ji aliyê serbazî ve hatiye şikandin.


Ne tenê gefên serjêkirina dîl û sivîlan di hemand demê de hebûna bombeyan yek ji astengiyên tevgera HSDê ne.




Bi sedan çekdar û malbatên DAIŞê di navçeyek kêmtir ji kilometrekê de asê mane, û ev rûbarê biçûk niha  nasnameya rêxistina bi navê xîlafeta îslamî nîşan dide.


Li wê navçeya Baxoz jî, çekdarên DAIŞê sivîlan weke mertalên zindî bikar tînin, êdî ev yek dibe sedema ku pêşketina HSDê dereng bikeve û hinek caran, ew pêşketin bê ragirtin, bi awayekî ku hebûna wan sivîlan zehmetiyê li ber vê pêşketinê dirust dike. Ji aliyekî din ve, hêzên HSDê ragihandine ku ew alîkariya sivîlan dikin, ku ji wê navçeyê derkevin û çekdarên DAIŞê tenê bihêlin.