Navçeya Dûma hat topbarankirin

Navenda Nûçeyan - Navçeya Dûma ya ser bi Şamê ve rastî êrişekê bi topên giran hat û di encamê de hejmarek kuştî û birîndar çêbûne.

Li gor dîmenên ku hatine belavkirin, derdikeve ku navçeya Dûma li devera Xûta Rojhilat a Şamê tê topbarankirin di encamê de hejmarek kuştî û birîndar hene.

Herwiha li gorî çalakvanên dijbereyê ew êrîş ji aiyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hatiye encamdan û têde hejmarek ji welatiyên sivîl û karmendên berevaniya sivîl bûne qurbanî.

Ji aliyekî din ve û her li gundewarê Şamê, dema ku hêzên hikûmetê dixwestin derbasî nava bajarokê Dareya bibin, çekdarên komên îslamî karîbûn 25 leşkerên artêşa hikûmetê bikujin.