ŞAM - Geir Pedersen li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê axivî

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şêx Murşid Xeznewî Rojavayê Kurdistanê Geir Pedersen Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen diyar kir ku ew hêvî dikin ku pirsgirêka Kurdan û şerê vê dawiyê yê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê de bi awayekî siyasî werin çareserkirin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen li Şama paytexta Sûriyeyê konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Geir Pedersen anî ziman:

“Em di Sûriyeya nû de hêviyeke mezin dibînin.

Sûriyeya nû ya ku destûreke nû qebûl bike û hilbijartinên azad û adil di demeke guncav de piştî qonaxa veguhertina siyasî pêk bîne.”

Her wiha Pedersen ji bo Sûriyeyê bangî welatan jî kir û got:

"Di demaherî kurt de alîkariyên mirovî bigihînin Sûriyê û cezayên ku ji ber binpêkirinên rêjîma Beşar Esed li ser wî welatî hatine sepandin bên rakirin."

Li gorî Pedersen, yek ji pirsgirêkên sereke yên li pêşiya Sûriyeya nû, rewşa herêmên Kurdî yên li bakurrojhilatê welat û metirsiya şerekî mezin di navbera HSD û komên çekdar ên Sûriyeyê de ye.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê 17ê Kanûna Pêşîn a 2024an ragihandibû ku agirbesta li herêmên Minbic û Kobaniyê heta dawiya hefteyê hatiye dirêjkirin û hewl tên dayîn hîn dirêjtir jî bikin heya ku bi Tirkiyeyê re bigihin têgihiştineke hevpar ji bo wê pirsgirêkê.

Pedersen li ser agirbestê jî got, "Kêfxweş im ku agirbest hat nûkirin û tê çaverêkirin ku were cîbicîkirin, lê em hêvîdar in ku çareseriyeke siyasî were dîtin."

Li aliyê din, Fermandarê Leşkerî yê Heyeta Tehrîr El Şamê Murhîf Ebû Qesre 17ê Kanûna Pêşîn a 2024an di daxuyaniyekê de gotibû ku ew dê herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bixin ser herêmên din ên Sûriyeyê.

 Her wih Murhîf Ebû Qesre tekez kiribû ew federalîzmê red dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst