Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Sitî Zeynebayê ya Şama paytexta Sûriyeyê di embareke dermanan de bermayiyên gelek termên mirovan derketin holê.
Li Sûriyeyê piştî hilweşîna desthilata Beasê dîtina gorên komî û terman berdewam e.
Li herêma Sitî Zeynebayê ya Şamê di e,bareke dermanan de, bermayiyên zêdetir ji 20 termên mirovan derketin holê ku di nava wan de zarok jî hene.
Lêkolîn hat destpêkirin
Tîmên Parastina Sivîlan çûn cihê bûyerê û lêkolîn da destpêkirin.
Endamê Lijneya Rêveberiya Parastina Sivîlan Emmar Selmo ragihand ku li herêma Sitî Zeynebayê di nava embareke dermanan de lêkolîn da destpêkirin.
Emmar Selmo wiha got:
"Ev der wekî embara dermanan xuya dike lêbelê embareke cemedê di nava wê de heye û ew jî kirine cihê veşartina hestî û cesedan.
Tîmên me hewl didin terman bidin belgekirin. Em dê hestiyan bidin hev û bihesibînin ka çend qurbanî di vê derê de ne."
Testa DNAyê dê bêkirin
Selmo her wiha destnîşan kir ku ew dê pişt re testa DNAyê ya hestiyan bikin û got:
"Ev der herêma Sitî Zeynebayê ye. Beriya hilweşîna rejimê ev der baregaha çekdarên Îranî bû.
Bifikirin hêzeke çekdar cihekî dagir dike û terman li vê derê vedişêre.
Em nizanin ka çi anîne bi serê van qurbaniyan. Li kû derê hatine girtin, çawa hatine kuştin, em nizanin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse