Balafirgeha Şamê dîsa vebû
Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriyeyê piştî têkçûna desthilata Beşar Esed balafira ewil ji Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê rabû.
Li Sûriyeyê piştî nema rejima Beasê, Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê dîsa dest bi xizmetê kir.
Balafira rêwiyan a Rêhewayên Sûriyeyê di heyama nû de ji Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî ber bi Helebê ve sefera xwe ya ewil kir.
Desthilata Beşar Esed 8ê Kanûna Pêşîn rûxiyabû û Balafirgeha Şamê jî hatibû girtin.