Galeriya wêneyan

9 demjimêr berê
13 Photos
Bilind T. Abdullah

Li Meydana Mercayê ya li navenda Şama paytexta Sûriyeyê hinek kes kom bûne û bi hêviya ku kesek çarenivîsa wan zanibe wêneyê hezkirîyekî xwe hilgirtiye.

Hinek ji wan zêdeyî 10 salan e ku winda ne.

Xelk li Meydana Mercayê û Zîndana Seydnayayê bi hêviya dîtina bav, dayîk, xwişk û birayên xwe yên ji aliyê desthila Esed ve hatine girtin û çaresnivîsa wan ne diyar e kom bûye.

Dîtina nîşan û çarenivîsa hinek zîndaniyan ne hêsan e, ji ber ku girtî ne bi navên xwe lê wekî kod hatine qeydkirin.

Haya hinek girtiyên ku bi dehan salan li Zîndana Seydnayayê di bin şkenceyê de mane ne ji şev û rojê hebû û ne jî ji demsalên salê.

Foto: Bilind Tahir / Rûdaw