Joel Rayburn: Divê Esed li ser tawanên xwe bê dadgehkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîka yê berê bo Sûriyê Joel Rayburn ragihand, divê Seokkomarê Sûriyê Beşar Esed li ser tawanên xwe dijî gelê xwe bê dadgehkirin.

Joel Rayburn di daxuyaniykê de eşkere kir, hejmareke zêde ji maddeyan hatiye komkirin, ku dibin belge dijî rejîma Sûriyê, dema xirabtirîn tawan dijî xelkê xwe di şerê navxwe de kirine.

Berî hefteyekê jî Rayburn ragihandibû, divê civaka navdewletî wê rastiyê bizanibe, ku Esed qet biser nakeve, û qet nikare careke din vegere wek berê, û Sûriyê di bin desthilata wî de qet aram nabe, û gelê Sûriyê wê her dijî wî bimîne.

Şerê navxwe yê Sûriyê di sala xwe ya 11ê de berdewam dibe, tevî ku Civata Ewlekariyê ya Navdewletî bo çaresrkirina krîza vî welatî biryara 2254ê di sala 2012ê de derxistibû, lê milmilaneya welatên vetoyê li Civata Ewlekariyê wek Amerîka, Rûsya û Çînê,  û navherêmî wek Tirkiye û Îran dibin rêgir bo cîbicîkirina vê biryarê.