'Eger mekanîzmaya gihandina alîkariyan neyê nûkirin dê karesat çêbibe'

18-12-2022
Nîşan Sûriye Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Hevahengên Bersivdana Sûriyê di daxuytaniyekê de dibêjin, 10ê Çileya 2023a mekanîzmaya gihandin û derbaskirina alîkariyên miriovî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bo bakurê rojavayê Sûriyê bi dawî dibe, lê eger ew mekanîzma neyê nûkirin ji ber serma û pêwîdiviyên koçberan li nav kampan dê karesateke mirovî çêbibe.

Di daxuyaniya Hevahengên Bersivdana Sûriyê de tê gotin ku eger biryara navdewletî derbarê gihandin û derbaskirina alîkariyên mirovî de bo bakurê rojavayê Sûriyê neyê dirêjkirin, nîşteciyên vê navçeyê nikarin zêdeyî du mehan ji ber nebûna pêdiviyan jiyana xwe berdewam bikin.

Hevahengên Bersivdana Sûriyê dibêjin, bi nûnekirina mekanîzmaya navdewletî bo gihandin û derbaskirina alîkariyên navdewletî bo bakurê rojavayê Sûriyê, wê şiyanên rêxistinên mirovî jî felc bibin, ji ber nikarin di vê rewşa xirab de tevbigerin.

Di daxuyaniya Hevahengên Bersivdana Sûriyê de herwiha tê gotin ku tenê ji sedî 33ê pêwîstiyên nîşteciyên bakurê rojavayê Sûriyê bi rêya mekanîzmaya navdewletî ya gihandin û derbaskirina alîkariyan tên dabînkirin. Rêxistina navborî diyar dike ku bi nûkirina mekanîzmaya navdewletî, hikûmeta Sûriye û Rûsyayê nikarin dosyeya alîkariyan bixin bin kontrola xwe daku bikin pirsgirêkeke siyasî.

3ê Kanûna 2022an jî, Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku divê mekanîznmaya gihandin û derbaskirina alîkariyan bo bakurê rojavayê Sûriyê di Deriyê Bab el-Hewa re ligel Tirkiye bê nûkirin, ji ber tiştek nîne cihê wan alîkariyan bigire.

Ji 2014an ve, alîkariyên mirovî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi rêya deriyên sînorî derbasî Sûriyê dibûn, lê sala 2020an bi vetoya Rûsyayê alîkarî di deriyên Bab el-Selame yê bakurê Helebê, Til Koçer yê Rojavayê Kurdistanê û Cabir ê Urdunê rawestiyan, tenê Deriyê Bab el-Hewa li bakurê Idlibê ligel Tirkiye vekirî ma bo derbaskirina alîkariyên Neteweyên Yekbûyî.

Ji 2014 û heta 2020an, her car salekê mekanîzmaya gihandin û derbaskirina alîkariyên mirovî bo Sûriyê dihat nûkirin, lê 12ê Temmûza 2022an ji ber guşara Rûsyayê tenê bo 6 mehan ew mekanîzma hat dirêjkirin, ku 10ê Çileya 2023an bi dawî dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst