Şaredariya Gel kêşeya avrêjê li bajarokê Bisêre çareser kir

18-12-2018
Loloxan
 Ji ber barana zêde hêla avrêjê ya Bajarokê Bisêre têk çûbû.
Ji ber barana zêde hêla avrêjê ya Bajarokê Bisêre têk çûbû.
Nîşan Sûriye Dêre Zor Bisêre HSD Şaredariya Gel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di wan demên dawî de, ji ber barana zêde hêla avrêjê ya Bajarokê Bisêre yê rojhilatê Dêre Zorê têk çû û bû sedema belavbûna nexweşiyan. Vê yekê jî wiha kir ku Şaredariya Gel a Bajarok Bisêrê çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibîne.

 

Şaredariya Bisêreeyê, Heysem Dîb di derbarê çareseriya vê kêşeyê de ragihand: "Şaredariya Gel a Bisêre çareseriyeke bilez bo hêla avrêjê dît, berpirsên şaredariyê bi hemû awayî karkirin daku bajarok ji pirsgirêka avrêjê rizgar bikin, ji ber ava baranê hêla avrêjê teqiya û nexweşî belav bûn, lewra çareseriya serekî nûjenkirina hêla avrêjê ye bi piştgîriya rêxistinan."

 

Şerê dijî DAIŞê li nav bajarokê Bisêre wêraniyek zêde li pey xwe anî û jêrxana xizmetguzariyê têk çû. Vêna jî karê Şaredariya Gel gelekî giran kiriye û dixwaze hêla avarêjê nûjen bike, berî ku pêleke din a baranê were.

 

Serokê Beşê Teknîkê, Mihemed Ehmed jî dibêje: "Şaredariya Bisêre girîngî bi projeyên hêla avrêjê daye, ji ber zivistanê, barana zêde û heriyê hêla avarêjê hat girtin, herwiha paşguhkirina projeyên nûjenkirina hêla avrêjê wiha kir ku arîşe zêde bibin û av biçe nav mal û bazaran."

Bajarokê Bisêre 43 kîlometreyan dikeve rojhilatê Dêre Zorê ya Sûriyê.

 

DAIŞê di havîna 2014an de ew bajarok kontrol kiribû, di Mijdara 2017an HSDê bi piştîvaniya Hevpeymaniya Navdewletî ew ji destê DAIŞê derxistibû û niha ji aliyê Encûmena Sivîl û Şaredariya Gel ên ser bi HSDê ve tê birêvebirin.

 

Bisêre pêgeheke gelek stratejîk e, ji ber ku herdu çemên Xabûr û Firatê li wê derê digihin hev, herwiha hemû rêyên locestîkî yên herdu parêzgehên Hesekê û Dêre Zorê bi hev ve girê dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst