Yek jê fermandar 11 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - 11 leşkerên artêşa Sûriyê û çekdarên ser bi wê ve, ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin.

Di şerê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û DAIŞê de, li biyabanên Sûriyê, 11 leşkerên artêşa Sûriyê di kemînekê de hatin kuştin, di nav wan de fermandarek jî heye.

Herweha başûrê Rojavayê bajarokê Mayadîn jî, di şerê navbera Artêşa Sûriyê û DAIŞê de17 kes ji leşkerên Sûriyê û çekdarên milîsên girêdayî wê birîndar bûn.

Ji Adara 2019an ve li Badiya Sûriyê, di encama şerên di navbera artêşa Sûriyê û DAIŞê de, zêdeyî 980 kes ji leşkerên Sûrî û 140 kes ji çekdarên milîsên ser bi wê ve hatine kuştin. Herwiha zêdeyî 530 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.