Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Ezazê ser bi parêzgeha Helebê, bombeyeke ku di otomobîla dadwerekî de hatibû bicîhkirin hat teqandin û di encam de dadwer bi giranî birîndar bû.
Li bajarokê Ezazê ku dikeve bakurê rojavayê Helebê otomobîla dadwerekî hat teqandin. Di bûyerê de dawer bi giranî birîndar bû. Li gor agahiyên hatine belavkirin, berê bombeyek di otomobîla dawer de tê bicîh kirin û dema siwar dibe, diteqe.
Piştî teqînê agir derket û dadwerê birîndar ji aliyê tîmên berevaniya sivîl ve bo nexweşxaneyê hat veguhestin. Hat ragihandin ku rewşa dawerê navê wî nehatiye zanîn giran e û di jêr çavdêriya hûr a pizîşkî de ye.
Hat zanîn ku wî dadwerî li Dadgeha Leşkerî ya Ezazê kar dikir û lêkolîna polîsan a derbarê bûyerê de jî berdewam e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse