IDLIB - Fermanber û karmendên tendirustî xwepêşandanek kirin

18-09-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Sûriye Idlib Xwepêşandan Tendirustî Pestar Pizîşk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Idlibê yê bakurê Sûriyê, bi sedan fermanber û karmendên tendirustî xwepêşandanek dijî êrîşa pêşbînîkirî ya ser Idlibê kirin û xwestin avahiyên tenduristiyê bêne parastin.

 

Li Idlibê  hemû fermanber û karmendên tendirustî yên hemû nexweşxane û binkeyên tendirustî  dijî êrîşa pêşbînîkirî xwepêşandanek kirin û li ber Nexweşxaneya Etmê peyamek ji Neteweyên Yekbûyî û aliyên peywendîdar re şandin, ku divê sektora tendirustî ya parêzgeha Idlibê ji êrîş û bordûmanê bê parastin.


Derbarê daxwaza çalakvanan de Rêveberê Nexweşxaneya Etmê Mihîb Qdûr got: “Em dixwazim dengê me bigihe hemû cîhanê, peyama me gelekî eşkere ye, pizîşk û kadroyên pizîşkî li Idlibê beşek in ji civaka navdewletî, lewra erkê civaka navdewletî ye ku saxlemiya wan biparêze."


Fermanber û karmendên tendirustî yên parêzgeha Idlibê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kirin ku êrîş û bordûmanên firokeyên hikûmet û Rûsyayê bo ser nexweşxaneyên wan bên rawestandin.


Perestar Fadî Umer jî got: “Me îro grevek pêk anî, daku êrîşên ser nexweşxaneyan rawestin. Em daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî dikin ku me biparêze, ji ber em kadroyên bê tawan in, tenê em sivîlên birîndar ên êrîşên firokeyên Rûsya û Esed derman dikin."


Peyama Sektora Tendirustiyê ew e ku civaka navdewletî aramiyê li Idlibê biparêze.


Perestar Ixlas wiha axifî: “Peyama min ji civaka navdewletî re ew e ku em dixwazin bixwînin, bijîn û pêşkevin, em ewlekarî û aramiyê dixwazin ne şer."


Ev demek dibe firokeyên hikûmetê û yên Rûsyayê rojane gund û bajarokên rojava û başûrê Idlibê bordûman dikin, di encam de çend nexweşxane û binkeyên tendirustî jikar ketin, vêna tirsek li ba sektora tendirustî ya Idlibê çêkiriye, eger hat û êrîşa pêşbînîkirî destpê kir, dibe sektora navborî hemû jikar bikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst