Amerîka balefirxaneya Şedadê ya li Hesekê berfirehtir dike

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîka hebûna hêz û pêgehên xwe li Sûriyê xurtir dike. Di vî warî de jî dest bi berfirehkirina balefirxaneya Şedadê kiriye, ku dikeve gundewarê başûrê Hesekê.

 

Medyaya ser bi hikûmeta Sûriyê, herwiha medyaya ser bi opozisyonê ragihandine ku alav û pêdiviyên pêwîst, ji bo proseya berfirehkirina balfirxaneya Şedadê, di rêya derdiyê sînorî yê Sêmalka r, ku dikeve navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê bi 150 barhilgiran derbas bûne.

 

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ev yek tekez kir ku li kêleka berfirehkirina Balefirxaneya Şedadê, kar li ser berfirehkirina Belafirxaneya Kobaniyê û Til Temir jî tê kirin.

 

Li kêleka Balefirxaneya Şedadê nêzîkî 14 binkeyên din ên Amerîkî li Sûriyê hene. Ew jî li parêzgehên Hesekê, Reqa û Helebê ne.

 

Li parêzgeha Hesekê bajarê Til Temir binkeyeke hevbeş a hêzên Amerîkî û Fransî heye. Herwiha Balefirxaneya Ebû Hecer li Rimêlan, Balefirxaneya Xerab Elcîr û Rûbarya li gundewarê Dêrikê û li bendava rojavayê Hesekê û Sebah Elxêr li gundewarê başûrê Hesekê.

 

Serbazgeha Mebrûka li Serê Kaniyê. Binkeya Til Beyder û Girê Sipî ku ligel hêzên amerîkî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî hene. Li Reqayê binkeyên Amerîkî li Eyn Îsa ku serbazên Amerîkî û Fransî lê hene. Herwiha binkeya Til Elsemin û Tebqayê.

 

Li gundewarê bakurê Helebê, li girê Miştenûrê yê Kobaniyê, binkeyeke Hevpeymaniya Navdewletî heye, ku hêzên Amerîkî, Fransî û Brîtanî li wê derê bicih bûne. Herwiha li Xerab Îşq û li Kargeha Çîmento ya Elçelebiye.

 

Li Minbic jî kar li ser binkeyeke berfireh ji bo Hevpeymaniya Navdewletî tê kirin. Li başûrê Sûriyê, li nêzîkî sînorê Urdin û Iraqê, binkeya Eltenef heye ku hêzên Amerîkî û Brîtanî lê hene.

 

Bi gotina hinek çavdêran jî, armanc ji vê gavê ew e ku Amerîka, pêgehên xwe li wan navçeyan xurtir bike û wan navçeyên ku bi destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê hatine kontrolkirin, ji dest bernede, herwiha ji bo amadekariyên leşkerî li hember pêşhateyên nû ku têne pêşbînîkirin li wan navçeyan derkevin. Di heman demê de jî, ji bo rêgiriyê li ber pêşketina hêzên çekdar ên ser bi Îranê û dirustkirina hevterazûyekê li hember hebûna hêzên Rûsî li Sûriyê.