Keçên êzidî ji bo tolhildanê li çeperên pêş ên Reqayê ne

18-07-2017
Rekar Aziz
Reqa
Reqa
Nîşan Reqa HSD Kurdên Êzidî
A+ A-

Reqa (Rûdaw) – Hejmareke keçên kurd ên êzidî di nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîn HSDê de li Reqayê beşdarî şer dibin û dixwazin tola karesata Şingalê ji DAIŞê bistînin. Şervanên jin ên kurdên êzidî dibêjin, tenê armanceke wan heye, ew jî şerê li dijî DAIŞê ye.

 

Di dema êrîşa ser Şingalê de, çekdarên DAIŞê gelek kurdên êzidî kuştin û hejmarek ji wan jî revandin. Lê girnijîna ser lêva jinên şervan ên kurdên êdizî û hêviya wan a paşerojê nemiriye. Niha keçên kurdên êzidî di bereyên pêş ên şer ê Reqayê hewl didin tola wê karesata bi ser wan de hat, bistînin.

 

Fermandar Giyan Felat yek ji wan jinên Şingalî ye û dibêje, ew rûpeleke nû di dîroka kurdên êzidî de dinivîsin.

 

Fermandar Giyan Felat diyar dike: “Dijminê me yê herî mezin DAIŞ e. Di fermana 74emîn de ev yek berçav bû. Di fermana 74emîn a li ser kurdên êzidî de, êşa herî mezin jinan kişandin.

 

Armanca şervanên êzidî ne tenê rizgarkirina paytexta xilafeta DAIŞê Reqayê ye. Ew çûne Reqayê da ku keç û jinên kurdên êzidî yên di destê DAIŞê de rizgar bikin.

 

Giyan Felat dibêje: “Îro artêşa jinan û hêza çekdar a jinên kurdên êzidî hatiye avakirin. Bi vê hêzê şerê li dijî çeteyan hesteke cuda dide mirov. Ji bo me mîna nivîsandina destanekê û nivîsandina dîrokeke nû ye. Jinên êzidî îro li çeperên pêş, di şerê li dijî çeteyên DAIŞê de manîfestoyê dinivîsin.”

 

Ji bilî tolhildana ji dijminên xwe, ti tiştek li ser hizr û xeyalên wan nîne.

 

Şervana bi navê Mîrxan Şenkel dibêje: “Di Tebaxa 2014ê de gelek keç û jinên kurdên êzidî ketine destê çeteyên DAIŞê. Em jî weke Yekîneya Jinên Şingalê hatine Reqayê da ku tola xwe ji wan bistînin.”

 

Di Tebaxa sala 2014ê de, DAIŞê êrîşê navçeya Şingalê û gundên sora wî kir, bi hezaran keç û jin û zarokên kurdên êzidî revand, herwiha bi sedan zilam jî kuştin.

 

Di demekê de hebûna DAIŞê ya li Mûsilê bi dawî dibe, li Reqayê jî çekdarên vê rêxistinê hatine dorpêşkirin. Keçên êzidî vê yekê ji xwe re weke derfet dibînin da ku ew jî xizm û kesên xwe ji paytexta xilafeta DAIŞê rizgar bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst