Sûrî ji civînên Astanayê bê hêvî ne

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Idlib a Sûriyê ku di destê Cebhet Tehrîr El-Şam de ye, hejmareke zêde ya koçberên Sûrî ji navçeyên cûda yên Sûriyê li vê derê dijîn. Piştî bidawîbûna 18emîn gera civînên Astanayê ji bo Sûriyê, koçberên Sûrî yên li Idlibê dibêjin ew ji civînên Astanayê bê hêvî ne.

Çalakvanê ji  Helebê Ednan El-Îmam got, “Ji dema destpêkirina Kongreyên Astanayê ve me ti pêşketin nedîtiye, her car em navçeyên zêde ji dest didin bi sponseriya Rûsya û Tirkiyê. Tirkiye dixwaze dest ji hinek cihan berde li beramber navçeya rojhilatê Firatê. Berî Astana em li Enedana Helebê bûn, ti pirsgirêkên me nebûn, piştî Astana xelk ji Enedan, Xanşêxûn, Meeret Numan û çend navçeyên din hatin derxistin. Çi rêkeftina ku bê kirin bêyî hilweşandina rêjîmê, nikare tiştekî pêşkêşî xelkê Sûriyê bike.”

Hefteya borî bi beşdarbûna nûnerên welatên garantor Tirkiye, Îran, Rûsya û nûnerên Neteweyên Yekbûyî bo dema du rojan li Nûr Sultan a paytexta Kazaxistanê civînên Astanayê bo çareserkirina rewşa Sûriyê hatin kirin, lê ti encamên berçav ji wan civînan derneketin.

Koçberê ji Kefer Zêta Muhemed El-Emûrî anî ziman, “Dema Astana destpê kir em li navçeya xwe li Kefer Zêta bûn, Tirkiyê xalên xwe li wir danîn kêfa me hat, me got em li navçeyên aram in, lê me dît çawa piştî her rûniştineke Astanayê em ji cihê xwe dihatin derxistin, ew hemû welatên ku sponseriya Astanayê dikin tenê dixwazin temenê rêjîmê dirêj bikin, li gor encamên ku em niha li ser zemînê dibînin ev yek hatiye ispatkirin.”

Yekem gera Astana 24ê Çileya 2017an bi sponseriya Îran, Tirkiye û Rûsyayê û beşdarbûna şandên hikûmet û opozisyona Sûriyê destpê kir ji bo rawestandina şerê li Sûriyê, vegerandina koçberan û berdana girtiyan. Tevî 5 sal di ser yekem ger re derbas bûn, piştî wê Xûteya Şamê, Heleb, Deraa û çendîn navçeyên din ên ku di destê grûpên opozisyona Sûriyê de bûn ketin bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê û hejmareke zêde ya xelkê wan navçeyan bo parêzgeha Idlibê hatin veguhestin.