Firokeyan li baregeha leşkerî dan: 38 kuştî

Navenda Nûçeyan - Ajansa fermî ya Sûriyê SANA, ragihand ku firokeyeke ser bi Hêzên Hevpeyman a bi serokatiya Amerîkayê sengerên Artêşa Sûriyê bordûman kirine.

 

SANA ku nûçeya xwe sipartiye çavkaniyeke leşkerî, wiha dibêje, firokeyeke leşkerî ya ser bi Hêzên Hevpeyman li el Harraya başûrê rojhilatê bajarê El Bukemal ê Herêma Dêre Zorê sengerên Artêşa Sûriyê bordûman kirine.


Li gor SANAyê di bordûmanê de gelek leşker hatine kuştin û hinek leşker jî birîndar bûne.


Çavkaniyên xwecihî jî ragihandin ku di encama bombebaranê de 38 çekdarên ser bi Îranê ve hatine kuştin.


Bajarê El Bukemal dikeve ser sînorê navbera Iraq û Sûriyê.


Ji aliyê xwe ve Berdevkê Pentagonê Adrian Rankin-Galloway ji medya Rûsyayê re ragihand ku ne firokeyên Amerîkayê û ne jî yên Hevpeymaniya Navdewletî li derdora herêma El Bukemal ti hezeke ser bi hikûmeta Sûriyê bordûman nekirine.


Hêjayê gotinê ye duh Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu gotibû ew dê ne tenê li ser sînorê Sûriyê li hêzên Îranê bidin herwiha dê li tevahiya welat li wan hêzan bide.