Şandeyeke Neteweyên Yekbûyî ji bo şopandina rewşê çû Îdlibê

18-05-2024
RÛDAW
Şandeyeke Neteweyên Yekbûyî ji bo şopandina rewşê çû Îdlibê / Wêne: AFP
Şandeyeke Neteweyên Yekbûyî ji bo şopandina rewşê çû Îdlibê / Wêne: AFP
Nîşan Îdlib Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê rewşa xelkê gelekî xirab e.

Şandeyeke Neteweyên Yekbûyî (NY)ê ji bo ji nêzîk ve agahdarî rewşa xelkê bin û wê rewşê bişopînin çû herêmê.

Serokê Bernameya Xwarinê ya Cîhanî yê Bakurê Rojavayê Sûriyê Janne Suvanto eşkere kir ku zêdetirî 600 hezar kesî li wê navçeya Sûriyeyê, di nav rewşeke xirab a mirovî de djiîn û pêwîstiya wan a bilez bi alîkariyê heye.

Parêzgeha Îdlibê, di bin kontrola Heyet Tehrîr El-Şam de ye û derdora 5 milyon kesan li wê parêzgehê dimînin.

Heyet Tehrîr El-Şam ji aliyê Yekîtiya Ewropayê  û Neteweyên Yekbûyî ve wekî rêxistineke terorîst tê naskirin.

Şandeyeke NYyê, bi rêya deriyê sînorî yê Bab El-Hewa ji aliyê Tirkiyeyê ve derbasî parêzgeha Îdlibê bû.

Li wê navçeyê, projeyeke pakkirina avrêjê li gundê Mûrînê heye.

Pêwîstî bi piştgiriya berdewam heye

Berpirsên Neteweyên Yekbûyî eşkere dikin, pêwîstiya wan bi piştgiriyeke berdewam heye ji bo bernameya Sûriyeyê.

Cîgirê Koodînatorê Herêmî yê NY ji bo Karûbarên Mirovî yê Krîza Sûriyeyê David Carden jî li ser krîzê got:

“Divê em hemû tiştên ji dest me tên bikin da ku mirov li Sûriyeyê li ser pêyan rawestin û careke din li jiyana xwe vegerin.

Plana bersivdana mirovî ya Sûriyeyê, sala 2024an zêdeyî 4 milyar dolarî ye.

Şandina pereyan bi rêjeya ji ssedî 6 hatiye bicihkirin.

Diyar e ev yek têrê nake ji bo bidestxistina pêdiviyên xelkên hejar.”

13 sal bi ser şerê navxwe û parçebûna Sûriyeyê derbas dibin.

Milmilane hebûna bi dehan komên çekdar bûye sedema nebûna ewlehiya xwarin û xorakê.

“600 hezar kes ji ber nebûna ewlehiya xwarinê dinalin”

Serokê Bernameya Xwarinê ya Cîhanî li Bakurê Rojavayê Sûriyeyê Janne Suvanto got:

“Rewşa ewlehiya xwarinê li bakurê rojavayê Sûriyeyê, niha gelekî xirab e, ew jî li gorî zanyariyên ku ji dawiya sala bûrî bidestên me ketine.

Bêtir ji 600 hezar kesî ji ber nebûna ewlehiya xwarinê dinalin.”

Piraniya wan koçberên Îdlibê ji navçeyên din ên Sûriyeyê çûne wê parêzgehê.

Bi dirêjiya qeyranê, heta niha rewşa mirovî aloz û zehmet e.

Bi awayekî ku raporên NYyê amaje bi wê yekê dikin ku ji sedî 90ê xelkên Sûriyeyê di hejariyê de dijîn.

Bêhtirî 500 hezar kes hatine kuştin û bêhtir ji 12 milyon kesî jî koçber û derbider bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst