Xelkê Sûriyê li ser hilbijartinan: Em dixwazin aştî û ewlehî vegere

Hewlêr (Rûdaw) - Derdora hefteyekê ji hilbijartinên Serokatiya Sûriyê re maye ku roja 26ê vê mehê birêve diçin. Li Şama paytext hejmareke zêde ya posterên Beşar Esed li meydan û cihên giştî hatine danîn. Xelk jî çaverê ye ku ev hilbijartin bibe destpêkek bo asayîbûna rewşa wî welatî.

Dadgeha Destûrê ya Bilind a Sûriyê, ji tevaya 51 kesên ku daxwaznemayên xwekandîdkirinê pêşkêş kiribûn, tenê 3 berbijêr pejirandine.

Yek ji wan berbijêran jî serokê niha, Beşar Esed e, yên din jî her yek ji Ebdulla Selûm Ebdulla û Mehmûd Ehmed Merîî ye.

Hemed El Casim, Welatiyê Sûrî, dibêje, “Ji mafê her kesekî ye ku derbirrîna dengê xwe bike, ji bo beşdariyê di kampeyna hilbijartinan de bike, dibe ku bi saya Xwedê ev welat vegere rewşeke baştir, em hemû hêvîdar in ku Sûriye xweş bibe û rewş bi giştî baş bibe, ji bo ku ewlehî  aştî li vî welatî vegerin.”

Her berbijêrek hanê dide xelkê ku deng bidinê, lewma jî her yek ji wan bernameyeke xwe ya taybet pêşkêş kiriye, ku cihê hêviyên xelkê be.

Nûr, Welatiyeke Sûrî, dibêje, “Ev yek ji bo gel girîng e, ji bo me jî, em xwendekarên zanîngehê, ji me re gelekî girîng e, bi saya Xwedê ew ê ku vê postê werbigire, hêvî û arezûyên me bicih bîne. Ev hêviya me hemûyan e, em xwendekarên zanîngehê.”

Welatiyên Sûrî li derve û diyasporayê roja 20ê Gulanê deng didin.

Piştî destpêkirina krîza li welatî ji sala 2011an ve ku heta niha berdewam e, ev duyem hilbijartinên serokatiyê ne ku li Sûriyê pêk tên.

Sala 2014an, Beşar Esed nêzîkî 90% ji dengan di hilbijartinên serokatiyê de bidest anîn, ku dema wê serokatiyê jî 7 sal in.