Şaredariya Gel jêrxana avê li Reqayê nûjen dike

18-04-2019
RÛDAW
Şaredariya Gel a Reqayê jêrxana ava vexwarinê û avrêjê nûjen dike.
Şaredariya Gel a Reqayê jêrxana ava vexwarinê û avrêjê nûjen dike.
Nîşan Reqa Şaredariya gel Rêveberiya Xweser Nûjenkirin Jêrxana avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Gel a Reqayê projeya jêrxana ava vexwarinê û avrêjê bi hev re çê dike û dixwaze berî hatina havînê proje bi dawî bibe.Li gor rêveberê projeya nûjenkirinê, ji ber şerê dijî DAIŞê ji sedî 65ê boriyên avrêja Reqayê têk çûne.

 

Niha li navend û çend taxên serekî yên bajar tîmên nûjenkirinê li ser karê xwe berdewam in. Tê pêşbînîkirin di 4 mehan de proje bi dwî bibe.

 

Rêveberê projeyê nûjenkirinê, Heysem Ebid dibêje: “Me 12ê Sibata 2019an dest bi projeyê xwe kir, di 4 mehan de bi dawî dibe, armanca projeyê nûjenkirina torên avê û avrêjê ye li nav bajar. Proje 4 kîlometre û nîv  tora avrêjê, û 6 kîlometre ava vexwarinê li xwe digire.”

 

Şaredariya Gel a Reqayê projeya jêrxana ava vexwarinê û avrêjê bi hev re çê dike û dixwaze berî hatina havînê proje bi dawî bibe.

 

Piştî ku bajarê Reqayê di Cotmeha 2017an de ji destê DAIŞê hat derxistin, Encûmena Sivîl a Reqayê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî û rêxistinên mirovî dest bi nûjenkirina jêrxana bajêr kir.

 

Rêveberê beşê avrêjê yê projeya nûjenkirinê, Mihened Şamî da xuyakirin:“Beşê avrêjê bo nûjenkirina tora avrêjê li nav Reqayê kar dike ku ji ber şer ji sedî 65ê wê têk çûye. Beşê avrêjê torên avrêjê yên têkçûyî li taxên Mişleb, Rumêle, Derhiye, Intîfade û çend deverên din tên guhertin, me li Mişleb 850, li Rumêle 600, li Intîfade 400 û li navenda bajêr 350 metre guhertine.”

 

Piştî ku bajarê Reqayê di Cotmeha 2017an de ji destê DAIŞê hat derxistin, Encûmena Sivîl a Reqayê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî û rêxistinên mirovî dest bi nûjenkirina jêrxana bajar kir, lê paşmayên zêde yên şer û matinên vedayî hê jî li ber tîmên nûjenkirinê asteng in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst