Ji bo dadgehkirina DAIŞiyan mijara avakirina dadgeheke navnetewî tê gotubêjkirin

18-03-2019
RÛDAW
Malbatên çekdarên DAIŞê li Kampa Holê hatine bicihkirin
Malbatên çekdarên DAIŞê li Kampa Holê hatine bicihkirin
Nîşan DAIŞ Rojava Dadgehkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mijara avakirina dadgeheke navdewletî ji bo dadgehkirina çekdarên DAIŞê tê gotubêjkirin.

 

Endamekî polîtburoya PDK-Sê daxwaz dike ku kampeke taybet di bin çavdêriya navdewletî ji hevjîn û zarokên DAIŞê re bê avakirin, ku niha li Rojavayê Kurdistanê ne. Ji aliyê xwe ve Rêveberiya Xweser dibêje wan berê gelek caran daxwaz kiribû, ku ev çekdarên biyanî yên DAIŞê tevî malbatên xwe, bo welatên xwe bêne vegerandin, lê welatên wan ew qebûl nekirine.

 

Niha ev mijar tê gotubêjkirin, û yek ji pêşniyaran jî, damezirandina dadgeheke navdewletî ye bo dadgehkirina wan kesan, ku endamên DAIŞê bûn.

 

Peyamên cuda ji aliyên van jinên rûnuxamtî ji kampa koçberan bo cîhanê têne şandin. Niha li paytextên herî mezin behsa kampa Holê ya girêdayê Hesekê li Rojavayê Kurdistanê tê kirin.


Berpirsên Kampê dibêjin hejmara kesên li nav vê kampê gihiştiye nêzîkî 65 hezar kesan, ku piraniya wan jin û zarokên çekdarên DAIŞê ne.


Endamî Polîtbuorya Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Mistefa Cuma daxwaz dike, ku kampeke taybet ji bo malbatên çekdarên DAIŞê li jêr çavdêriya navdewletî bê avakirin.


Ji aliyê xwe ve Berdevkê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser Kemal Akif dibêje wan gelek caran daxwaz kiribû ku çekdarên biyanî yên DAIŞê tevî malbatên xwe ku niha li Rojavayê Kurdistanê girtî ne, bo welatên wan bêne şandin, lê niha ev rewş hatiye guhertin, û yek ji pêşniyarên ku têne kirin, ev e ku dadgeheke navdewletî bo darizandina van kesan bê damezirandin.


Heya niha jî, çekdar û malbatên DAIŞê ji Baxoz derdikevin, korîdoreke mirovî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ji wan re hatiye vekirin, lê dê çawa civaka navdewletî serederiyê bi van kesan re bike, û dê çi bandora wan li ser mirovatiyê hebe, ji bo bidetsxistina vê bersivê çavê her kesî li Kampa Holê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst